Pentagon: Me nehist Tirkiye operasyoneke leskerî li bakurê Sûriyê pêk bîne

23 August 2019 13:51 0 dîtin
Pentagon: Me nehist Tirkiye operasyoneke leskerî li bakurê Sûriyê pêk bîne

PeyamaKurd - Berdevaka Wezareta Derva ya Amerîkayê (Pentagon) Sean Robertson aşkere kiriye ku peywendiyên wan ligel Tirkiyê berdewam dikin li ser pirsa herêma ewle û wan rê neda Tirkiyê ku operasyoneke leşkerî li bakurê Sûriyê bike.

Herwiha Sean Robertson ji televîzyona El Hurre ya Amerîkayê ra gotiye di encama hevdîtin û têgihiştina wan ligel berpirsên Tirkiyê rêgirî li ber wê yekê girtiye ku Tirkiyê operasyoneka leşkerî li bakurê Sûriyê encam bide.

Di berdewamiya axaftina xwe jî da Sean Robertsonê daye zanîn ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê û hempîşeyê wî Wezîrê Derve yê Amerîkayê pêngavên baş avêtine. Robertson daye zanîn ku dabînkirina aramî û ewlehiyê li ser sînor di navbera Tirkiyê û hêzên kurdî da bo herdu aliyan jî gelekî giring e.

Berpirsên Amerîka û Tirkiyê beriya bi 2 hefteyan bi daxuyaniyeka hevpar aşkere kiribûn ku wê li bakurê Sûriyê herêmeka herêmeke bikin û wê navenda kontrola herêma ewle li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê bê danîn. Herwiha bi wê armancê beşek ji hêzên Amerîkayê hatibûn Rihayê.