SOHR: Tirkiye rojane xelkê Carablûsê li Girê Spî bicih dike

22 November 2019 15:24 0 dîtin
SOHR: Tirkiye rojane xelkê Carablûsê li Girê Spî bicih dike

PeyamaKurd – Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên Tirkiye xelkê Carablusê vediguhêze Girê Sipî û demografiya wê derê diguherîne.

SHORê ragihand ku rojane ji demjmêr 7ê sibehê ve hêzên Tirkiyê navên welatîyên Suriyayî tomar dikin û wan ji bo sînorê Trikiyê vediguhêzin û piştre jî wan derbasî bajarê Girê Sipî dikin.

Li gorî SOHRê, Tirkiye bi vê yekê dixwaze demografîya Girê Sipî biguherîne û wan kesên tîne jî li ser mal û milkên xelkê Girê Sipî bicih bike.

Dema destpêkirina êrîşan jî Tirkiyê ragihandibû ku ew dê penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê dimînin vegerînin ‘herêma ewle’ ya ku di encama êrîşên 9ê Cotmehê dest pê kirine de xistine jêr kontrola xwe.