Ji ber hilbijartinan, dê dibistanên Herêma Kurdistanê bikevin betlaneyê
PeyamaKurd – Wezareta Perwerdehiym ya Herêma Kurdistanê ji ber hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Kurdistanê li hemû dibistanan 6 roj betlane ragihand.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezîrê Perwerdehiyê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd ku îro Pêncşemê 03.10.2024ê hat weşandin, ji ber hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di navbera rojên 15-21ê Cotmeha îsal de hemû xwendingeh dê bên girtin.
Di daxuyaniya wezîrê perwerdehiyê de hatiye gotin ku “Ev biryara betlaneyê hemû dibistanên giştî, taybet û navneteweyî li xwe digire û dibistan dê 22yê Cotmeha 2024an ji nû ve dest bi perwerdehiyê bikin.”
Bi biryara Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, saet demjimêr 12:00yê 24ê Îlona 2024an xebatên hilbijartinên serdema 6an ên Parlamentoya Kurdistanê bi fermî dest pê kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin