Li Herêma Kurdistanê ji ber hilbijartinan wê çend rojan dibistan girtî bin
PeyamaKurd – Wezîrê Perwerdeya Kurdistanê di press konferansekê de diyar kir, ji ber hilbijartinan wê çend rojan dibistan girtî bin.
Wezîrê Perwerdeya Kurdistanê Alan Heme Seîd da zanîn, komîsyona hilbijartinan a Iraqê daxwaz kiriye ji ber hilbijartinan çend rojan dibistan di destê wan de be.
Alan Heme Seîd herwiha eşkere kir, em jî razî bûn û wê îro ev daxwaziya komîsyonê bi biryarekê bibe fermî û ji roja 6ê vê mehê heta roja 11ê vê mehê dibistan wê di destê komîsyonê de be û roja 12 mehê wê dewam destpê bike.
Wezîrê Perwerdê destnîşan kir, roja 10ê mehê dengdan e, lê pêwîstiya komîsyonê bi roja piştî hilbijartinan, yanê roja 11 mehê jî bi dibistanan hene, loma dewama dibistanan roja 12 mehê destpê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin