154 penaberên din vegeriyan Rojavayê Kurdistanê

29 June 2020 17:21 0 dîtin
154 penaberên din vegeriyan Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd - Qeymeqamê Berdereşê Xelîl Mehmûd ragihand ku, di berdewamiya vegera koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bo Rojavayê Kurdistanê de, roja 28ê Hezîranê 154 kesên din vegeriyan Rojavayê Kurdistanê.

Xelîl Mehmûd ji malpera KDP.info re ragihandiye: “Di berdewamiya vegera penaberên Rojavayê Kurdistanê bo Rojava, 105 kes ji kampa Berdereş û 49 kes jî ji kampa Giwêlan vegeriyane Rojavayê Kurdistanê û ji bo vegera wan jî hemû asankarî ji wan re hatine kirin.”

Xelîl got: “Yên ku vedigerin Rojavayê Kurdistanê bi kêfa xwe vedigerin û em ji kesî re nabêjin vegerin.”

Di van demên dawî de gelek penaberên Rojavayê Kurdistanê ji kampên li Herêma Kurdistanê vedigerin ser mal û milkê xwe li Rojavayê Kurdistanê ku 265 hezar penaberên Rojavayê Kurdistanê li kampên Herêma Kurdistanê dimînin.