Kampa Domiz a penaberên Rojavayê Kurdistanê hat karantînekirin
PeyamaKurd - Kampa Domîz a penaberên Rojavayê Kurdistanê ku li parêzgeha Duhokê ye, di çarçoveya tedbîrên koronayê de hat karantînekirin.
Hat ragihandin ku bi gumana pêketina 14 penaberan û pêketina pizîşkekî derûnî li Kampa Domîz 2, çûnûhatina nav herdu kampên Domîzê hatiyee qedexekirin.
Rêveberiya Tendirustiya Navçeya Sêmêlê ya Duhokê ragihand ku wan herdu Kampên Domîz 1 û Kampa Domîz 2 xistine karantîneyê û heta niha testa koronayê ya 15 kesan li Kampa Domîz 2 pozîtîf derketiye û pişkinînên li ser 35 nimûneyên din jî berdewam dikin.
Biryar hatiye dayîn ku li Kampa Domîz 2 jî testa koronayê ji bo 60 kesan were kirin.
Li Kampa Domîz 2 bi qasî 2 hezar û 45 malbat (9 hezar û 655 kes) dimîninin, li Kampa Domîz 1 jî 6 hezar û 150 malbat (28 hezar û 112 kes) dimînin

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin