Li Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê, jinek hat kustin
PeyamaKurd-Li gorî ragihandina çavkaniyên Ewlekariya Rêveberiya Xweser, li Kampa Holê termê jinekê hatiye dîtin. Hat ragihandin ku ew jina ku termê wê hatiye dîtin, li ser laşê wê derbên guleyan hatine tespîtkirin.
Li gorî agahiyên çavkaniyan, li Kampa Holê ya li bajarê Heseke ya Rojavayê Kurdistanê, termê jineke kuştî hate dîtin. Li gorî agahiyên hatine belavkirin, termê jinê duh di kanalîzasyoneke Kampa Holê ya malbatên DAIŞê de hatiye dîtin. Heta niha di derbarê nasnameya jina kuştî de tu agahiyek nehatiye parvekirin.
Hat ragihandin ku sala borî jî di heman kampê de 126 kes hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin