Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 289 kes ji Kampa Holê derxistin
PeyamaKurd – Ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, ji Kampa Holê 289 kes hatin derxistin.
Li gor Berpirsê Kampên Rojavayê Kurdistanê Şêxmûs Ehmed ji bajarê Hesekê ji K24ê re li ser kesên ku ji Kampa Holê têne derxistin diyar kir, Kampa Holê ji malbatên çekdarên DAIŞê pêk tê, piştî ku DAIŞ ji aliyê leşkerî ve hat têkbirin, xelkê li kampê û kesên rûspî û şêxên eşîrên Ereb daxwaz kirin ji Rêveberiya Xweser ku xelk ji kampê derkevin û vegerin cih û warên xwe.
Şêxmûs Ehmed destnîşan kir; kesên ku ji Kampa Holê têne derxistin, dê di bin berpirsyariya şêxên eşîrên Ereban de bin û got: “Eger têkiliyên van kesên ku em derdixin, an kesên ku ji derve û şaneyên razayî yên DAIŞê bixwazin xwe bigihînin vana jî, yekser dê bigihînin aliyên ewlekariyê û dest deynin ser wan şaneyan.”
Li ser hejmara kesên ku ji kampê hatine derxistin diyar kir: “72 malbat, 289 kes roja Duşemê me derxistin.”
Ehmed destnîşan kir ku li kampê her roj hewldanên revê hene û got: “Heta niha bi sedan hewldanên revê ji aliyê asayîşa kampê ve hatine pûçkirin. Mixabin saziyên mirovahiyê yên ku di nav kampê de dixebitin û saziyên navdewletî ne, ew jî vî karî dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin