Li Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê DAISiyekî êrîsî asayîsê kir
PeyamaKurd – DAIŞiyekî li kampa Holê êrîşî asayişê kir û di encamê de endamekî asayişê can da û da û endamekî DAIŞê jî hat kuştin.
Li gor daxuyaniya navenda ragihandina Asayîşa Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê, di demên dawîn de bûyerên kuştinê li Kampa Holê zêde bûne û roja Înê 2 kes li kampê hatin kuştin ji ber wê yekê jî hêzên wan dest bi proseya paqikirin û lêgerînê kirine li nava kampê bi armanca ku kujeran bigirin.
Li gor zanyariyên hatine belavkirin, di dema proseya lêgerînê de DAIŞiyekê de, teqe li endamên asayişê kirin û di navbera wan de şer derket. Li ser vê yekê hêzên asayişê ew kesê DAIŞî dorpêç kirin.
Her li gor zanyariyan piştî ku ew kes hat dorpêçkirin, bombeya di destê xwe de bi endamên asayişê ve teqand.
Di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin, di encama wê êriş û teqînê de endamê asayişê yê bi navê Hanî Mihemed Elneye jiyana xwe ji dest daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin