Kurdistan | Hejmara pêketiyên rojane yên Covid-19 zêde bû
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 237 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, 3 kes jî pê mirine û 174 nexweş jî baş bûne.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de hat eşkere kirin; di 24 demjimêrên borî de 237 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 112 kes li Hewlêrê, 45 kes li Silêmaniyê, 72 kes li Duhokê û 8 kes li Germiyanê ne.
Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 3 kesan jî ji koronayê wefat kiriye ku 2 kes li Hewlêrê û kesek jî li Duhokê ye.
Bi van amarên dawî re hejmara giştî ya pêketinên koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 109587 kesan, ya mirinan bû 3525 kes û heta niha 103918 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin