Hejmara wefat û pêketiyên rojekê yên Covid-19: 1277 pêketî, 14 mirin
PeyamaKurd - Wezareta Tendirustuyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1277 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 14 kes jî pê mirine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya îro de eşkere kir, di 24 demjimêrên borî de 1277 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 256 kes li Hewlêrê, 325 kes li Silêmaniyê, 606 kes li Duhokê, 14 kes li Helebceyê, 59 kes li Germiyanê û 17 kes jî li Raperînê ne.
Li Herêma Kurdistanê di nav 24 demjimêran de 14 kesan jî jiyana xwe ji dest dane û 716 nexweş jî baş bûne.
Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinan gihîşt 140 hezar û 573 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 890 kes û heta niha 118 hezar û 168 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin