Kurdistan I 12 wefat û 943 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên dawî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 943 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 12 kes jî pê mirine.
Wezaretê herwiha eşkere kir ku di 24 demjimêran de 1554 kes jî ji nexweşiya koronayê baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihîşt 424 hezar û 867 kesan, ya mirinan bû 7 hezar û 324 kes û heta niha 403 hezar û 906 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin