Kurdistan | 16 wefat û 464 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê îro 18ê Mijdarê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 464 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 16 kesan jî wefat kiriye.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 464 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 177 kes li Hewlêrê, 79 kes li Silêmaniyê, 181 kes li Duhokê, 5 kes li Helebceyê, 15 kes li Germiyanê û 7 kes li Raperînê ne.
Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 16 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 5 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê, 2 kes li Helebce, 1 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 685 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 371115 kesan, ya mirinan bû 6729 kes û heta niha 357103 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin