Kurdistan | 6 wefat û 1263 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê rewşa vîrusa korona ya 24 saetên borî eşkere kir.
Li gorî daxuyaniya îro Pêncşemê ya Wezareta Tenduristiyê, di nav 24 saetên borî de li Herêma Kurdistanê 6 kesên din ji ber vîrusa koronayê mirin û 1263 pêketiyên nû hatin tomarkirin.
Herwiha hat eşkerekirin ku 1601 pêketiyên koronayê jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara mirinên ji koronayê gihîşt 7 hezar û 240 kesan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin