Kurdistan | 9 wefat û 157 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borê de 9 kesên din ji ber vîrusa koronayê can dane û 157 pêketiyên nû hatine tomarkirin.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya îro Yekşemê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 157 kesên din bi koronayê ketine û 9 kesan jî can daye
Herwiha wezaretê daye zanîn ku 370 pêketî jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re hejmara mirinên ji koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 6 hezar û 990 kesan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin