Kurdistan | 8 wefat û 1149 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin

09 February 2022 20:54 0 dîtin
Kurdistan | 8 wefat û 1149 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê hejmarên 24 saetên borî yên rewşa nexweşiya vîrusa koronayê (Covid-19) belav kir.

Wezareta Tenduristiyê eşkere kir ku di 24 saetên borî de 1149 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 8 kes jî pê can dane.

Herwiha Wezareta Tenduristiyê da xuyakirin ku di nav 24 saetan de 1326 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Bi van hejmarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan bi giştî gihîşt 418 hezar û 547 kesan, ya mirinan bû 7 hezar û 277 kes û heta niha 394 hezar û 687 nexweş jî baş bûne.