Kurdistan | 9 wefat û 119 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin

21 December 2021 21:39 0 dîtin
Kurdistan | 9 wefat û 119 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên 24 demjimêrên borî yên rewşa vîrusa koronayê (Covid-19) eşkere kir.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 119 kesên din bi koronayê ketine û 9 kes jî mirine.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 119 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 36 kes li Hewlêrê, 39 kes li Silêmaniyê, 43 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ne.

Herwiha hat eşkere kirin ku di 24 demjimêran de 220 nexweş jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên giştî gihîşt 379774 kesan, ya mirinan bû 7069 kes û heta niha 370159 nexweş jî baş bûne.