Hejmara qurbaniyên koronayê ji 60 hezarî borî, tenê îro li Spanyayê 809 kes mirin

04 April 2020 15:25 0 dîtin
Hejmara qurbaniyên koronayê ji 60 hezarî borî, tenê îro li Spanyayê 809 kes mirin

PeyamaKurd – Li seranserê cîhanê hejmara kesên ku ji ber koronaya nifşê nû (Covid-19) jiyana xwe ji dest dane ji 60 hezarî borîye.

Li gorî daneyên malpera Worldmeters, ji ber koronaya nifşê nû (Covid-19) li seranserê cîhanê 60 hezar û 113 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hejmara haletên tûşî wê nexweşiya bûne ku ji aliyê Rêxistina Cîhanê (WHO) ve wekî pandemî hatiye agihandin jî ji milyonek û 130 hezarî boriye.

Heya niha li Italyayê 14 hezar û 681 kesan jiyana xwe ji dest daye. Piştî Italyayê bi hezar 11 944 qurbaniyan Spanya tê. Piştî Spanyayê Amerîka tê ku li wir jî 7 hezar û 403 kes mirine. Hejmara qurbaniyan li Fransayê 3 hezar û 605 kes û li Brîtanyayê jî 3 hezar û 452 kes in.

Hikûmeta Îspanya ragihand, 7 hezar û 26 kesên din li wî welatî bi vîrusa koronayê ketin û hejmara berkeftiyan gihîştiye 124 hezar û 736 kesan.

Bi tenê di 24 saetên borî de li Spnayayê 809 kes ji ber wê nexweşiyê bûne qurbanî.

Ji ber vîrusa ku li Wuhana Çînê peyde bû li seranserê cîhanê belav bûye, li wî welatî jî 3 hezar û 626 kesan jiyana xwe ji dest daye.