Rewsa dawî ya Covid-19: Hejmara mirin û pêketinan zêde bû

05 March 2021 20:38 0 dîtin
Rewsa dawî ya Covid-19: Hejmara mirin û pêketinan zêde bû

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 269 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jî wefat kiriye.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku ji 269 kesên bi vîrûsa Koronayê ketine; 142 kes li Hewlêrê, 35 kes li Silêmaniyê, 76 kes li Duhokê û  16 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê diyar kir ku ji ber Koronayê kesekî li Hewlêrê, 2 kesan li Silêmaniyê û 2 kesan li Duhokê can dane û 152 nexweş jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketinan li Herêma Kurdistanê gihîşt 110058 kesan, ya mirinan bû 3531 kes û heta niha 104202 nexweşên koronayê jî baş bûne.