Di  tabloya dawî ya Covid-19 de hejmara pêketinan kêm bû

25 April 2021 20:51 0 dîtin
Di  tabloya dawî ya Covid-19 de hejmara pêketinan kêm bû

PeyamaKurd – Li gorî tabloya Wezareta Tenduristiya Tirkiyê, li bajarên Tirkiye û Bakurê kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 38 hezar û 553 kesên din bi koronayê ketine û 347 kesan jî can daye.

Herwiha wezaretê eşkere kiriye ku 2 hezar 801 nexweşên din hatine razandin û 51 hezar û 236 kes jî ji koronayê baş bûne.

Li gorî amarên fermî yên Tirkiyê heta niha 38 hezar û 358 kes bi koronayê mirine, 4 milyon û 629 hezar û 969 kes bi koronayê ketine û 4 milyon û 73 hezar û 644 kes jî baş bûne.

Hêjayî gotinê ye, ev demeke dirêj e hejmara pêketinên rojane li ser 60 hezar kesan û hejmara mirinan jî nêzî 400 kesan bû ku li gorî tabloya 25ê Nîsanê hejmar kêmtir bûne.