British Petrol û Lukoil biryara vekisîna ji Iraqê dan

04 July 2021 22:37 0 dîtin
British Petrol û Lukoil biryara vekisîna ji Iraqê dan

PeyamaKurd – Kompaniyên mezin ên cîhanî ku li Iraqê kar dikin, yek bi yek hizra vekişîna ji Iraqê dikin û wekî sedem jî nebûna îstiqrar û ewlehiyê nîşan didin.

Wezîrê petrola Iraqê Îhsan Ebdulcebar ragihandiye ku kompaniya Luk oil a Rûsyayê bi fermî ji hikûmeta Iraqê re gotiye ku dixwazin beşa xwe ya bîra nefta Qirne -2 bifroşin şîrketeke Çînê.

Îhsan Ebdulcebar daye xuyakirin ku kompaniya British Petroleum (BP) a Brîtanyayê jî difikire ji Iraqê vekişe.

Wezîrê Petrolê gotiye, sedema vekişandina wan kompaniyan ji ber nebûna bingeheke baş bo hilberînê li Iraqê û daye xuyakirin: “Jîngeha hilberînê li Iraqê zêde ne guncaw e ji bo parastina hilberînê. Ji ber wê piraniya wan yan li pey bazareke ne, yan jî hewla firotina beşek ji beşa xwe didin.”

Hat diyarkirin ku Îhsan Ebdulcebar di civîneke parlamentoyê ya roja 29ê Hezîranê de ev agahî parve kirine.