Ji Iraqê yekem daxuyaniya êrîsa Tirkiyê...
PeyamaKurd - Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê li ser êrîşa bombebarana balafirên Tirkiyê ku hêzên pasevanên sînorî yên Iraqê bûn armanc daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, bombebaran ji aliyê balafira bêpîlot a artêşa Tirkiyê ve hatiye encamdan û du fermandarên hêzên Iraqî û ajovanê otomobîla wan hatine kuştin.
Di daxuyaniya şaneya ragihandinê ya ser medya civakî de, herwiha hat diyarkirin ku wê piştre hurgiliyên bûyerê werin eşkerekirin.
Li gorî daxuyaniya Rêveberê nehiya Sîdekanê Îhsan Çelebî bûyer îro 11ê Tebaxê piştî nîvro rû daye û balafirên şer ên Tirkiyê, otomobîleke pasevanên sînor ên Iraqê bombebaran kiriye.
Herwiha li gorî hin çavkaniyan jî hêzên pasevanên sînor ên Iraqê ji bo bi PKKê re li ser xwe dûrkirina ji wê herêmê gotûbêj bikin çûne bi PKKê re bicivin û wê demê jî hatine bombebarankirin.
Hatiye ragihandin ku Fermandarê Fewca Sê ya Pasevaniya Sînor Emîd Zubêr Halî û Fermandarê Lîwaya 2 ya Pasevaniya Sînor Mihemed Reşîd, di encama bombebaranê de hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin