Zelenskiy: “Em amadene bi Tirkiyê re peymana bazirganiya serbest îmza bikin”

13 March 2025 22:50 0 dîtin
Zelenskiy: “Em amadene bi Tirkiyê re peymana bazirganiya serbest îmza bikin”

PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy ragihand ku ew amadene  bi Tirkiyê re peymana bazirganiya serbest îmza bikin û wê ev pêngav dê hevkariya navbera her du dewletan xwurt bike.

Zelenskiy, di ser hesabê xwe yê medya civakî de daxwyaniya xwe da û got ku ew li Kievê, wezîrê çandiniyê û daristanan yê Tirkiyê İbrahim Yumaklı û wezîrê bazirganiyê Ömer Bolat û nûnerên karsaziya Tirkiyê qebûl kiriye.

Zelenskiy got ku civîna navborî, di encama hevdîtina bi Erdoğan ya li Tirkiyê de, bicîhaniye û weha dewam kir:

“Girînge ku karsazên Tirkiyê li Ûkraynane. Me di hevdîtinê de, li ser xebatên Tirkiyê yên di derbarê bicîhkirina aştiyekî adilane û mayînde, pêşdebirina têkiliyên navbera Tirkiye-Ûkrayna, derfetên hevkariya hilberînên alavên hewayî û tevlîbûna karsazên Tirkiyê yên ji bo avakirina Ûkraynayê ya ji nûh de, axifîn.

Em Tirkiyê yek ji hevkarên stratejîk û garantiya ewlehiya Ûkraynayê dibînin û ji ber nêzbûna seredana Erdoğan, em amadene peymana bazirganiya serbest îmza bikin.”