Zelenskiy giha Ankara Tirkiyê û dê sibê bi Erdogan re hevdîtin bike

18 February 2025 00:03 0 dîtin
Zelenskiy giha Ankara Tirkiyê û dê sibê bi Erdogan re hevdîtin bike

PeyamaKurd –Serokê dewleta Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy bi heyeta xwe ve giha balafirgeha Ankara ya Esenboğa. Zelenskiy dê sibê li Kulliya serokkomariya Tirkiyê bi serokkomar Tayip Erdoğan re bicive.

Balafira ku Zelenskiy û heyeta pê re hildigirt, seet di 21.08an de daket balafirgehê û ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve hat pêşwazîkirin.