Sergey Lavrov giha payîtexta Tirkiyê Ankara
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo hevdîtinên fermî giha Ankara. Lavrov wê bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu re li ser mijarên krîza hûbûbatan, Sûriye û şerên Rûsya û Ûkraynayê hevdîtin bike. Her dû wezîr piştî hevdîtinê wê bi hevre civîna çapemeniyê bikin.
Çavuşoğlu do di resepsiyona 30 em salvegera têkiliyên dîplomatîk yên bi welatên dost û bira de, ragihandibû ku Tirkiye dixebite da krîza hûbûbatê bi Rûsya re çareser bike. Çavuşoğlu weha gotibû:
“Di mijarê de em bi Rûsya û Ûkrayna re di nav têkiliyan de ne. Lavrov bi heyetekî re ji bo em li ser mijarê biaxifin tê Tirkiyê.”
Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî berya seredana Tirkiyê bike, ragihand ku ji bo krîzê çareser bikin, bi Tirkiyê re dixebitin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin