Heyeta Tirkiyê giha Moskowayê Lavrov bi heyeta KDS ê re foto kisand

02 September 2020 00:24 0 dîtin
Heyeta Tirkiyê giha Moskowayê Lavrov bi heyeta KDS ê re foto kisand

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku di dema heyeta Tirkiyê giha Moskowayê, di heman wextê de heyeta KDS ê (Konseya Demokratîk ya Sûriyê) ê bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê re wêne dikşandin.

Heyeta Tirkiyê di bin serokatiya cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Sedat Önal de çû Moskowayê û li ser mijara Lîbyayê û Sûriyê bi taybetî û bi giştî li ser mijarên herêmê axifîn. Di heyeta Tirkiyê de mirovên leşkerî û îstîxbaratê di asta ilind de hebûn.

Di dema ku heyeta Tirkiyê li Moskowayê bû, wezîr Lavrov bi heyeta KDS ê re bû. Heyeta KDS ê di bin serokatiya Îlham Ahmed de çend roje ku li Moskaowayê ye.