Heyeta teknîkî ya Amerîkayê giha Tirkiyê

25 June 2021 01:12 0 dîtin
Heyeta teknîkî ya Amerîkayê giha Tirkiyê

PeyamaKurd – Bo parastina balafirgeha Hamîd Karzaî ya li Afxanistanê û rêvebiriya wê, heyetekî teknîkî ji Amerîkayê çû Ankara. Heyet bi heyeteka Tirkiyê re dest bi hevdîtinan kir. Heyet dê rojeka dinê jî li Ankara bimîne û dagere Amerîkayê.

Leşkerên Tirkiye ji berê de li balafirgeha Afxanistanê di çarçoveya wezîfa NATO de dima û parastina balafirgehê dikir. Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Hukusi Akar ragihandiye ku Tirkiyê 6 sale li balafirgehêye û wê birêve dibe. Eger desteka Amerîkayê weka Tirkiye dixwaze bide, dê Tirkiyê li Afxanistanê dewam bike.

Tirkiye ji Amerîkayê dixwaze ku desteka malî ya parastina balafirgehê Amerîka an ku NATO bide û eger şertên Tirkiyê yên din hebin dê di pêşde aşkera bibe.