Serokê Ûkrayna Zelenskiy bi heyeta xwe ve giha Tirkiyê û bi Erdogan re civiya
PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Zelenskiy bi heyeta xwe ve giha bajarê Îstenbolê û li Koşka Dolma Baxçe bi Erdoğan re civiya. Civîna her dû terefan ji bo çapemeniyê girtîbû. Di nav heyeta Zelenskiy de wezîrê bergiriyê yê Ûkraynayê Rustem Omerpov jî heye. Zelenskiy di ser hesabê xwe yê Xê de razîbûna xwe ya ji Tirkiyê ragihand û weha got:
“Ji bo temîna xida welatê me, ya herêmê û temamê dinyayê divê di Derya Reş de ewlehiya gihandina keştiyan bê şert û merc bê temînkirin. Em dikarin bi hev re bixebitin û biser bikevin.
Em bi şîrketên sanayiya bergiriyê re hevkariya duqolî dikin û dixwazin hilberîna hevpar xwurt bikin. Hem ji bo Rûsya esîrên me yên şer, Tatarên Kirimê di nav de temamê xelkê serbest berdin, pêdiviya me bi Tirkiyê heye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin