Serokê Ûkraynayê Zelenskiy banga agirbesta lezgîn kir

20 February 2022 21:03 0 dîtin
Serokê Ûkraynayê Zelenskiy banga agirbesta lezgîn kir

PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Volodomir Zelensky, ji bo dawîanîna şer û pevçûnên li Rojhilatê Ûkraynayê yên bi serhildêrên Rûsya piştevaniya wan dike re, banga agirbesta lezgîn kir.

Zelenskiy li ser hesabê xwe yê Twitterê got: "Em alîgirên hewlên pêkanîna proseya aştiyê ne. Em bang dikin TCG bilez bicive û piştevaniya rejîma bêdengiyê dikin.”

Li aliyê din bi sedan kesên ji ber pevçûnên herêma Donbasê terka malên xwe dane, bi trênan derbasî herêma Voronezh a Rûsyayê bûne û Parêzgarê Donbasê Aleksandr Gusev jî bi sedema reva xelkê rawestîne rewşa awarte ragihandiye.