Balyozê Amerîkayê yê nû yê Ankara giha Tirkiyê

10 July 2019 21:38 0 dîtin
Balyozê Amerîkayê yê nû yê Ankara giha Tirkiyê

PeyamaKurd- Balyozxaneya mezin ya Ankara ya Amerîkayê ragihand ku balyozê nû yê Amerîkayê bo Ankara hatibû tayînkirin David Satterfield hat Ankara û piştî nameya xwe ya bawermendiyê pêşkêşê meqamên Tirkiyê bike, dê dest bi wezîfa xwe bike. Balyoz siet di 19.00 ê êvarê de bi balafirê hat balafirgeha Esenboğa ya Ankara û ji aliyê maslahatguzarê Amerîkayê Jeffrey M. Hovenier de hat pêşwazîkirin.

Balyozê mezin yê nû ji sala 1980 ê heya niha li Rojhilata Navîn di gelek wezîfeyan de maye û herêmê baş dizane. Di pêvajoya Astanayê de weke çavdêrê Amerîka diket civînên Îran, Rûsya û Tirkiyê.