Balyozê Ûkrayna yê Ankara Bodnar: Em ê ji Tirkiyê balafirên KAANan bikirin
PeyamaKurd – Balyozê Ûkraynayê yê Ankara Vasyl Bodnar ragihand ku Ûkrayna balafira KAAN ya ku Tirkiyê hildiberîne, dixwaze. Bodnar got:
“Em ê ne tenê bikirin lê bikar jî bînin. Em dizanin em ê di ku derê de bikarbînin.”
Bodnar di dema bi televizyona CNN TÜRKê re hevpeyvîn kir ragihandina xwe kir. Li ser mijara hevkariya Tirkiyê û Ûkraynayê ya di dronan, motor û alavên din de got:
“Di hevkariya me de babetên giringin. Ev lokomotîva hevkariya me ye û berya şerê bi Rûsya re hevkariya me hebû. Ji ber wê, me di gelek alavên ku Tirkiye hildiberîne me motoran dida Tirkiyê. Me ji Tirkiyê jimareka zêde Bayraktar TB2 û ekîpmanan dikirî. Eger hun îro li Bayraktar TB2 ya binêrin, ew xaziyên şerê Ûkraynayê ne.”
Li ser mijarê wê tewrê Rûsyayê çi be, dê di rojên pêşiya me de diyar bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin