Balyozê Amerîkayê Flake: Dinya deynê xwe yê Tirkiyê dide

04 April 2023 00:06 0 dîtin
Balyozê Amerîkayê Flake: Dinya deynê xwe yê Tirkiyê dide

PeyamaKurd – Balyoz an serkonsolosê Amerîkayê yê Ankara Jeff Flake çû seredana herêma erdhejê navça Îslahiyê û li tevlî belavkirin û xwarina ku ji aliyê rêxistina Amerîkayê ya bi navê Work Central Kitchenê bû. Balyoz piştî çû pişt dezgeyê, xwarinê bi destê xwe belav kir, bi rêvebirên rêxistinê re civiya, ji wan agahiyan sitend û tevlî xwarina şîvê bû. Jeff Flake weha got:

“Niha dinya bi camêrî alîkariyê dişîne Tirkiyê. Ji ber Tirkiye berê bi camêrî alîkariyê dabû welatên din. Dinya deynê xwe yê ji Tirkiyê re heye, dide. Piştî erdhejê li temamê dinyayê seferberi destpêkir. Di destpêka erdhejê de Amerîka soz da ku wê 235 milyon dolar alîkariyê bide Tirkiyê, hinek jê belav kiriye lê di rewşekî weha de di alîkariya di navbera hukumetan de, divê zêdetir alîkarî bêkirin.

Amerîka di erdhejê de soz da ku heya pêdivî hebe wê li herêmê be. Em soza xwe digrin. Di xebata xwe de em bi hevkarên xwe re dixebitin û ji wan gelek razî ne. Em dibînin ku sektora taybet ya Amerîkayê jî alîkariyeka baş kiriye. Ez dibêm sektora taybet ya Amerîkayê bi tevlîbûna rêxistinên civakî yên sîvîl re li dora 120 milyon dolarî alîkariyê dane hev. Ev jî mînakekî gelek xweşe. Piştî erdhejê bi çend rojan damezrênerên Work Central Kitchenê li vê derê bûn. Ez bi rêvebirê wan re axifîm û ew li seha erdhejê bû.”