Îsrail: Em ê peymana xwe ya bazirganiya serbest ya bi Tirkiyê re fesx bikin
PeyamaKurd – Wezîrê darayî yê Îsraîlê Bezalel Smotrich got ji ber Tirkiye bazirganiya xwe ya bi Îsraîlê re rawestandiye, wê peymana xwe ya bazirganiya serbest ya bi Tirkiyê re fesx bikin. Li gor ragihandina ajansa Reutersê; Smotrich gotiye; ew malên ku Tirkiyê ji bo Îsraîlê bên îtxalkirin wê %100 baca gumrikê ji wan malan re deynin.
Wezîrê darayî yê Îsraîlê her weha ragihandiye ku ji bo biryar bê tesdîqkirin wê biryarê bişîne parlementoyê.
Tirkiye temamê bazirganiya xwe bi Îsraîlê re di 2ê Gulanê de ji ber êrîşên Îsraîlê yên ser Xezzayê dabû rawestandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin