Tirkiye û Îngîltere peymana bazirganiya serbest îmze dikin
PeyamaKurd – Piştî civîna encumena wezîran serokkomarê Tirkiyê Tayip Erdoğan bo çapemeniyê axifî û got ku sibê di nevbera Îngîltere û Tirkiyê de peymana bazirganiya serbest îmze dibe û ev jî dewreyekî nûye bo her dû aliyan. Erdoğan weha got:
“Îxracama ya bi hesabê 25 ê vê mehê ya sala 2020 an, ji hedefa ku me berê danîbû derbas bûye û gihaye 166 mîlyar dolaran. Ev bo bazirganiya me ya bi derve re girînge. Veqetandina Îngîltere ji Yekîtiya Awrûpayê roja pêncşembê destpêdike. Piştî muzakereyên bo wexteka dirêj em hatin asta îmzekirina peymanê. Sibê peyman tê îmzekirin. Ev peyman wê bibe peymana me ya herî girîng a piştî Peymana Yekîtiya Gumrikê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin