Tirkiye û Îngîltere peymana bazirganiyê îmze kirin

29 December 2020 22:54 0 dîtin
Tirkiye û Îngîltere peymana bazirganiyê îmze kirin

PeyamaKurd – Tirkiye û Brîtanya peymana bazirganiya serbest îmze kirin. Wezîrê bazirganiyê yê Îngîltere Liz Truss û wezîra bazirganiyê ya Tirkiyê Ruhsar Pekcan, bi sedema peymanê konferanseka vîdeoyê kirin. Wezîra Tirkiyê Ruhsar Pekcan weha got:

“Armanca me ew bû em bi Brîtanya re peymanekî çêbikin bê ku zerarê bide bazirganiya me ya bi Yekîtiya Gumrikê bi Yekîtiya Awrûpa re. Em bi hesêb îro gihane wê armanca xwe.”

Wezîrê Brîtanî Truss jî bo îmzekirina peymanê weha got:

“Em gelek kêfxweşin. Tirkiye û Brîtanya li hemberê zahmetiyên dinyayê hatine cem hev. Armanca me zêdekirina potansiyela bazirganiyê ye. Ez bawerim em ê di gelek sehayên bazirganiyê de bi hevre bixebitin.”