Çîn û Tirkiye peymana enerjiyê îmze kirin
PeyamaKurd – Wezîrê enerjiyê û çavkaniyên xwezayî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar bi serokê daîra enerjiya Çînê Zhang Jianhua re di seha vegerandina enerjiyê de peymana li hevkirinê îmze kirin.
Alparslan Bayraktar, piştî seredana Amerîkayê ya ji bo 2 hefteyan kir, li Çînê pêwendiyên xwe dewam kir. Di serî de şîrketa ku li Tirkiyê veberhênana wê heye, bi SPIC re hevdîtina xwe kir. Bayraktar, di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:
“Welatê me di sala 2053an de ji bo hedefa sifrê ya di seha nukleer û enerjiya ku xwe nûh dike de, em li ser projen xwe axifîn û me nexşeya xwe destnîşan kir.”
Bayraktar, di çarçova seredana xwe de, bi wezîrê enerjiyê yê Çînê bi Wang Guanghua re civiya. Bayraktar, di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:
“Di hevdîtina me de, me û Çînê li ser mîneralên krîtîk, elementên nadîde yên axê, li ser çavkaniyên xwezayî û di seha madenê de hevkariya me ya ku heye, di welatên xwe û welatên sêyem de ji bo pêşde bibin em bûn hemfikir.”
Projeyên ku Tirkiye û Çîn, Tirkiye û Amerîka li ser wan lihev kirine wê di wextekînêz de li ser projan berfirehtir biaxifin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin