Îran û Tirkiye 10 peymanan bi hevre îmze kirin
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re li Tirkiyê hevdîtin kir û di pey hevdîtinê de derketin ber çapemeniyê. Erdoğan di axaftina xwe de ji çapemeniyê re got:
“Ber bi pêşdebirina pêwendiyên navbera Tirkiyê û Îranê de, me deh peymanan îmza kir. Bûyera ku di 3 yê mehê de li bajarê Kirmanê çêbû şermezar dikim. Dixwazim Îran bizanibe ku di têkoşîna li hemberê terorê de Tirkiye bi Îranê re ye. Me ji bo pêşdebirina têkiliyên bi Îranê re 10 peymanan îmze kir. Me di gelek mijaran de danûsitendinan kir. Ji bo bazirganiya me bigihê 30 mîlyar dolarî em pêşde çûn. Em dizanin ku divê di mijarê de divê zêdetir cehdê bikin.”
Li ser mijarê serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî weha got:
“Gelek wextekî dirêjê ku têkliyên me bi Tirkiyê re başin û em dixwazin van têkiliyan bigihînin asteka bilind. Em bi Erdoğan re di mijara xelkê Fîlîstînê de hemfikrin ku mafên wan bidin wan.”
10 peymanên ku her dû dewlet di navbera xwe de îmze kirine di sehayên elektrîkê, sanayî, çandê, danûsitenên navbera her dû dewletan, avahiyên bingehîn, bajarvanî, hawirdorî, teknolojî, geştiyarî, hevkariya perwerda polîsî ya di asta zankoyan de, nasîna her dû dewletan ya di belgeyên ajotvaniyê de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin