Tirkiye û Qatar belavoka hempar belav kirin û 12 peymanan îmze kirin
PeyamaKurd – Tirkiye û Qatar di sehayên cuda de 12 peymanan îmze kirin û hem belavoka 9em ya Komîta Bilind ya Stratejîk îmza kirin. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi heyetekî ji Tirkiyê re çû seredana Qatarê û li payîtext Dohayê li Koşka Lusailê bi emirê Qatarê bi Şêx Tamim bin Hamad Al Sani re hevdîtin kir û paşî derbasî merasimên îmzekirina peymanan bûn.
Bi amadebûna Erdoğan û Sanî de 12 peyman û belavoka 9em ya Komîta Bilind ya Stratejiyê îmze kirin. Belavoka stratejiyê ji terefê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan û wezîrê karên derve yê Qatarê Muhammed bin Abdurrahman Al Sani de hat îmzekirin.
Sehayên ku peyman di wan de hatine îmzekirin; şêwra siyasî ya navbera her dû welatan, hevkariya çandê, hevkariya xebatê, xebatên di seha xêrê û alîkariya mirovî de, di seha perwerdê de peymana navbera zankoyan, peymana seha leşkerî, sanayî, teknolojî, darayî û di seha bazirganiyê de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin