Tirkiye bi Cezayîrê re 6 peymanan îmze kir

11 November 2021 00:04 0 dîtin
Tirkiye bi Cezayîrê re 6 peymanan îmze kir

PeyamaKurd – Wezîrê enerjiyê û çavkaniyên xwezayî yê Tirkiyê Fatih Dönmez di dema seredana xwe ya Cezayîrê de, di navbera Tirkiyê û Cezayîrê de 6 peymanan îmze kir. Wezîr Dönmez û wezîrê Cezayîrê yê enerjiyê û madenê Muhammed Arkab piştî civîna 11. em ya komisyona aboriyê ya her dû welatan tevlî protokol û merasima îmzayan bûn.

Peymana yekem li payîtext Cezayîrê îmze kirin. Arkab ragihand ku 5 peymanên dinê jî li ber qedandinê ne û wê di civîna Konseya Hevkariyê ya navbera her dû dewletan de bi tevlîbûna serokkomarên her dû dewletan bê îmzekirin.

Peymanên dinan di mijarên parastina axir muşteriyan de, kar, îstîhdam, ewlehiya civakî, hawirdorî û damezrandina odeya bazirganî di navbera her dû dewletan de ne.