Di navbera Tirkiye û Iraqê de peymana lihevkirinê hat îmzekirin

16 August 2024 11:00 0 dîtin
Di navbera Tirkiye û Iraqê de peymana lihevkirinê hat îmzekirin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ragihand ku di navbera Tirkiye û Iraqê de rêkeftina lihevkirinê hat îmzekirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan bi Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re civîneke çapemeniyê li dar xist.

Hakan Fîdan got:

Em pêkanîna biryaran didomînin. Bi vê têgihiştinê bi saziyên me yên pêwendîdar re li ser Iraqê xebateke girîng hat meşandin. Em li gel birayên xwe yên Îraqî encamên berbiçav yên vê hewldanê digihin. Di van demên dawîn de me li ser asta siyasî û teknîkî peywendiyên xwe yên hevbeş xurt kirine. Me têkiliyên xwe xurt kirin.

Me bi seredana dîrokî ya Serokomarê xwe ya ji bo Iraqê di Nîsana borî de ev rêça erênî tacîdar kir. Di vê serdanê de îmzekirina 27 peyman û peymanên lihevkirinê nîşaneya herî girîng a vîna me ya hevpar e.

"Di navbera Tirkiye û Iraqê de li ser hevkariya leşkerî û ewlehiyê û têkoşîna li dijî terorê peymana lihevkirinê hat îmzekirin."

Ez dixwazim parantezeke cuda ji peymana çarçoweya stratejî ya hevkariya hevbeş re vekim, yek ji wan metnên ku me li Bexdayê îmze kirine. Di vê rêkeftinê de di her warî de ku em pêwîst dibînin, li gel Iraqê komîteyên hevbeş ên berdewam bên avakirin. Ev komîte ji bazirganiyê heta enerjiyê, ji avê heta veguheztinê, ji tenduristiyê heta perwerdehiyê bi hemû meşaleyan re têkiliyên me xurt dike. Sazkirina têkiliyên me bi şarezatiya van komîteyan pêk tê. Herwiha koma plansaziya hevpar a ku me bi peymana çarçoveyê ava kir, wê çavdêriya van komîteyan bike û xebatên wan bi rê ve bibe. Di civîna amadekar a komxebata plansaziya hevpar a doh di bin serokatiya hevserokatiya cîgirên wezîrên me de pêk hat de, qonaxên di çarçoveya pêkanîna peymanên hatine îmzekirin û aktîfkirina komîteyên demkî de hatin nîqaşkirin. Me îro dîsa ev mijar nirxandin.

Me dît ku hem Tirkiye û hem jî Iraq ji bo bicihanîna îradeya rêzdar Serokomar û Serokwezîrê Iraqê gelek hewl didin. Em ê bi heman hewldanê xebatên xwe bidomînin.

"Pêşveçûneke dîrokî"

Me kêfxweşiya xwe anî ziman ku aliyên Iraqî li gorî biryara rêxistina qedexekirî biryara girtina 3 partiyên siyasî yên ser bi PKKê da. Herwiha me guftûgoyên xwe li ser reşnivîsa rêkeftina leşkerî, ewlehî, hevkarî û têkoşîna li dijî terorê ku ev demeke em li ser danûstandinan dikin, zêde kirin. Ez dixwazim niha jî pêşketineke dîrokî ragihînim. Memoranduma lihevkirinê ya mijara gotinê tenê ji aliyê Wezîrên me yên Parastinê ve hat îmzekirin.

Em di wê baweriyê de ne ku bi navendên hevrêzî û perwerdeyê yên di vê peymanê de hatine pêşbînîkirin, em ê hevkariya xwe bigihînin asta pêş.