Di navbera Tirkiye û Iraqê de wê 'Lijneya Wezîran' bê avakirin
PeyamaKurd – Wezîrê Gihandin û Binesaziyê yê Tirkiyê Abdulkadîr Uraloglu diyar kir ku di çarçoveya Projeya Rêya Pêşketinê de xebatên di navbera Tirkiye û Iraqê de bi lez dewam dikin û got, "Me biryar da ku mekanîzmayeke mîna Lijneya Wezîran ava bikin."
Uraloglu di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir ku di serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a Bexdayê ya ku plan dike di dawiya meha Nîsanê de pêk bîne de mijarên ku wê di Projeya Rêya Pêşketinê de hevkariyê xurtir bikin wê bên gotûbêjkirin.
Uraloglu bal kişand ku di sala dawîn da di Rêya Pêşketinê de gavên girîng hatin avêtin û destnîşan kir ku di navbera wezaretên herdu welatan de ji bo pêşdebirina hevkariyê muzakere hatin kirin.
Herwiha ev agahî parve kir û got, "Di encama hevdîtinên ku em bi awayekî rêkûpêk bi Iraqê re pêk tînin de me biryar da ku di navbera Tirkiye û Iraqê de mekanîzmayeke mîna Lijneya Wezîran bê avakirin."
Di dawiyê de jî got, "Em li bendê ne ku Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) û Qeter tevî Tirkiye û Iraqê di konseyê de cih bigirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin