Ji Tirkiyê berteka PKKê bo Swêdê: Em sozên hatine dayîn bibîr dixin!

06 August 2023 10:28 0 dîtin
Ji Tirkiyê berteka PKKê bo Swêdê: Em sozên hatine dayîn bibîr dixin!

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, li ser çalakiyeke 5ê Tebaxê ya li Swêdê ku sembolên PKKê hatin pêşandan û dirûşm hatin qêrîn, daxuyaniyeke şermezarkirinê belav kir.

Di daxuyaniyê de, hatiye gotin ku di çalakiya li Stockholmê hatiye lidarxistin de, komeke alîgirên PKKê careke din bi sembolên PKKê propaganda kiriye û bêrêzî li serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kirine.

Hate diyarkirin ku ew destûrdana wê çalakiyê şermezar dikin û sozên ku Swêdê ji bo pesendkirina endamtiya NATOyê yên derbarê astengkirina wan çalakiyan de, dane Tirkiyeyê bibîr dixin.