Cebar Yawer bo BBC: Sedema êrîsên Tirkiyê hebûna PKKê ye

09 July 2024 17:07 0 dîtin
Cebar Yawer bo BBC: Sedema êrîsên Tirkiyê hebûna PKKê ye

PeyamaKurd - Şêwirmendê Ewlehiyê yê hêzên Pêşmergeyên YNKê û Emîndarê Giştî yê berê yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawar ji kanala BBCê re li ser operasyonên Tirkiyê yên nav axa Herêma Kurdistanê nirxand.

Cebar Yawer got, êrîşa Tirkiyê ya li sînorê Duhokê ji ber hebûna çekdarên PKKê ye û da zanîn, nabe rê bê dayîn ku ji ser axa Iraqê êrîş li ser Tirkiyeyê pêk bên.

Yawer  ragihand, çend roj in Tirkiye operasyoneke berfireh li nehiyeyên Bamernê û Kanî Masî yên li sînorê qeza Amêdî ya parêzgeha Duhokê daye destpêkirin û armanca wê dest li ser du çiyayên girîng de bigre ku ew jî çiyayên Metîna û Gare ne ku binkeyên PKKê li wan herdu deveran hene.

Cebar Yawer diyar kir:”Sedema vî şerî hebûna partiyeke opozîsyona Tirkiyeyê ku ew jî PKK ye û çekdarên wê ne ku 40 sal in li wan devera ne. Bahaneyên Tirkiyeyê ji ber hebûna wan çekdaran e.”

Yawer herwiha got ku hebûn û operasyonên Tirkiyeyê ya nav axa Herêma Kurdistan û Iraqê binpêkirina yasayî ya navnetewî ye û ji ber ku Iraq û Tirkiye jî ne di rewşa şer de ne divê ew hêzên derveyî yasayan bi hebûna xwe rê nedin êrîş bên ser Kurdistan û Iraqê.