Amerîkayê li ser operasyonên Tirkiyê yên PKKê daxuyanî da!
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller derbarê operasyonên Tirkiyê yên li dijî hêzên PKKê yên li Herêma Kurdistanê de axivî.
Miller diyar kir ku wan ji Tirkiyeyê xwestiye ku bi Iraq û Herêma Kurdistanê re "koordînasyonê" bike.
Berdevk Miller derbarê mijarê de got ku wan ji dewleta Tirk xwest ku ji bo operasyonên leşkerî yên li ser sînor bi rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê re hevahengiyê bike.
Wî herwiha got, "Em fêm dikin ku metirsiya PKKê berdewam e û me bang li Tirkiyê kir ku sivîlan biparêze."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin