Amerîkayê bertek ji êrîs û operasyonên Îran û Tirkiyê re nîsan da
PeyamaKurd - Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Jennifer Gavito, bertek nîşan êrîş û operasyonên Tirkiye û Îranê yên ser Herêma Kurdistanê û Iraqê nîşan da û fikarên xwe anîn ziman.
Cîgira Alîkarê Wezîra Derve ya Amerîkayê Jennifer Gavito da xuyakirin, ew ji êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê bi fikar in û bibîr xist, bikaranîna dron û moşekên balîstîk yên ji aliyê Îranê ve hatine avêtin, bûne sedema qurbaniyan.
Li ser êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê Gavito got: “Îran ji bo ku bala me ji ser serkutkirina hovane ya li ser gelê xwe yê herêmê rake gefa êrîşên din dixwe.”
Ji bo operasyonên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê jî Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ev daxuyanî da:
“Me dilgiraniya xwe li hember operasyonên Tirkiyê yên li dijî Herêma Kurdistanê anî ziman. Me daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kiriye ku di operasyonên xwe de zêdetir hevahengiyê ligel hikûmeta Iraqê bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin