Medyaya Amerîkayê: Tê payîn ku Îsraîl berî 5ê mijdarê êrîsî Îranê bike!

17 October 2024 14:32 0 dîtin
Medyaya Amerîkayê: Tê payîn ku Îsraîl berî 5ê mijdarê êrîsî Îranê bike!

PeyamaKurd – Li gor nûçeyeke di çapemeniya Amerîkayê de; karbidestên amerîkî hêvî dikin ku berî hilbijartinên serokatiya Amerîkayê bike ku dê 5ê mijdarê bên kirin, Îsraîl êrîşeke tolhildanê bibe ser Îranê.

Medyaya amerîkî diyar kir ku Washington çaverê ye ku êrîşa tolhildanê ya Îsraîlê ya li ser Îranê berî hilbijartinên 5ê mijdarê yên serokatiya Amerîkayê were kirin. Kesên ku ji medyaya Amerîkayê re axivîne, diyar kirine ku dem û pîvanên tolhildana Îsraîlê ya li dijî Îranê, di nava hikûmeta Îsraîlê de cihê nîqaşên tund e û rasterast bi dema hilbijartinên Amerîkayê ve girêdayî ye. Lê belê tê gotin ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gelekî hesas e  li hemberî encamên siyasî yên êrîşa welatê xwe ya li ser Îranê bê ka li Amerîkayê dê çawa reng vede.

Karbidestên ku ji medyaya Amerîkî re axivîne, berî niha gotibûn ku Netanyahu razî bûye ku êrîşê bi awayekî weha plan bike bandorê li hilbijartinên pêşerojê yên Amerîkî neke. Her weha hatibû destnîşankirin ku êrîşeke mihtemel a Îsraîlê ya li ser Îranê dikare bandorê li siyaseta navxweyî ya Amerîkayê jî bike, pê re bal hatibû kişandin ser wê yekê ku îmaja berfirehbûna pevçûnê li Rojhilata Navîn di heyama ku hilbijartin nêzîk dibin, dikare li Washingtonê jî rengvedaneke xurt bibîne.

Fermandarê Mihafizên Şoreşê yên Îranê Huseyîn  Selamî, di merasîma cenaze de ya ku îro beşdar bû hişyarî da Îsraîlê ku eger êrîşî hedefên Îranê bike dê bersiv were dayîn. Huseyîn Selamî di daxuyaniya xwe de weha got: “Eger hûn xeletiyekê bikin û êrîşî hedefên me bikin, çi li herêmê û çi li Îranê, em ê dîsa bi tundî li we bidin.”