Wezîra Xezînê ya Amerîkayê: % 8 enflasyona me pir zêdeye

08 June 2022 23:49 0 dîtin
Wezîra Xezînê ya Amerîkayê: % 8 enflasyona me pir zêdeye

PeyamaKurd – Wezîra Xezînê ya Amerîkayê Janet Yellen ragihand ku % 8 enflasyon ya salane pir zêdeye û ev yek nayê qebûlkirin. Lê Banka Navendî ya Amerîkayê FED hedefa % 2 ku daye ber xwe ,hedefekî maqûle. Yellen ragihandina xwe di komîsyona dahatên meclisa nûneran de kir ku di meclisê de li ser budça sala 2023 an dihat axaftin.

Yellen got ku serokê Amerîkayê Joe Biden hedefa wî ya yekem ew e ku enflasyonê daxîne û sedema yekem ya enflasyonê şerê Rûsya û Ûkrayna ye.

Janet Yellen, ragihand ku ew nafikire ev enflasyon deh sal dewam bike û girînge ku enflasyon dakeve. Her weha Kovid-19 sedemekî nerme ji bo bilindbûna enflasyonê. Yellen, li ser bihabûna benzînê jî got ku ew li seranserê dinyayê pirsgirêkekî mezine.

Li ser mijara tedbîrên ku di dema Trump de li hemberê Çînê hatine sitendin û tarîfeyên ku danîne ser malên Çînê degot, weke stratejî Biden dixwaze ji nûh de mijarê çareser bike. Her weha tarîfeyên ku hatine danîn ji bo ser malên Çînê heqqe lê zerarê didin mesrefkar û dezgeyan. Yellen weha dewam kir:

“Em li ser tarîfeyan çavên xwe digerînin û da bêhtir weka stratejîk ji nûh de dizayn bikin. Eger em bihayê tarîfeyan daxînin, wê bihayên tiştan jî kêm bibe lê ji bo daxistina enflasyonê ne tenha rê ye.”