Wezareta Xezînê ya Amerîkayê seredana Tirkiyê dike
PeyamaKurd - Ji wezareta Xezînê ya Amerîkayê di asta bilind de hinek rêvebir di bin serpereştiya Brian Nelson de wê seredana Tirkiyê û Rojhilata Navîn bikin. Tê gotin ku wê heyeta Amerîkayê ji Tirkiyê bixwaze da bi wan şîrketên ku li ser wan ji bo Rûsyayê dorpêç hene, bi wan re kar nekin. Li gor ragihandina ajansa Reutersê; Brian Nelsonê ku musteşarê wezareta xezînê ya Amerîka ku ji karên terorê û îstîxbarata darayî berpirse, wê di navbera 29 ê vê mehê heya 3 yê sibatê seredana Tirkiyê, Umman û Îmaratan bike.
Di seredanê de dibe ku hişyariyê bidin şîrket û kesên ku bi şîrketên Rûsya re yên ku li ser wan dorpêç hene, bêjin ku wê nikaribin bikevin bazara Amerîkayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin