Wezîrê xezînê yê Amerîkayê seredana Erebistana Si’ûdiyê kir
PeyamaKurd- Amerîka piştî kuştina Cemal Kaşıkçı, di asta bilind de seredana Erebistana Si’ûdiyê kir. Heyeta Amerîka di bin serokatiya wezîrê xezînê de, wezîr Steven Mnuchin bo seredana welîahd Muhammed Bîn Selman bike, ji aliyê serokê Amerîka Trump de, hat şandin.
Mijara hevdîtinê weka pêwendiyên aborî û têkoşîna li dijî terorê hat nîşandan. Di hevdîtinê de li ser hevkariyên stratejik jî hat rawestandin. Li gor ajansa fermî ya Erebistanê SPA yê hevdîtin li payîtext Riyadê hat kirin.
Li ser mijara kuştina Cemal Kaşıkçı ne diyare ku hat axaftin an na.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin