Wezîrê darayî Mehmet Simsek behsa hedefa bazirganiyê ya bi Îmaratan re kir

24 November 2023 00:29 0 dîtin
Wezîrê darayî Mehmet Simsek behsa hedefa bazirganiyê ya bi Îmaratan re kir

PeyamaKurd – Wezîrê xezînê û darayî yê Tirkiye Mehmet Şimşek, hedefa Tirkiyê ya bazirganiye bi welatê Îmaratan re ragihand. Şimşek ragihandina xwe di resepsiyona ‘Roja Netewî’ ya 52em ya Îmaratan de kir û got:

“Bi dewleta Îmaratan re, di dewra pêşiya me de, di seha enerjiyê, bergiriyê, vegera ser projeya kesk û dîjîtal de em em ê dahatûya xwe ava bikin, bi peymana ‘Hevkariyê ya Aboriyê’ re em ê hecma bazirganiya xwe di 5 salan de derxin ser 25 mîlyar dolarî.”

Di resepsiyona balyozxana Îmaratan ya li Ankara de, bi mazûrvaniya balyozê Îmaratan yê Ankara Said Sani ez-Zahiri de, di resepsiyona ku hat lidarxistinê de wezîrê xezînê û darayî Mehmet Şimşek, serokê sanayiya bergiriyê yê serokkomariyê parlementer Mustafa Varank, parlementerê CHPê Mustafa Sarıgül, diplomat, şefên misyonan û dawetvan tevlî bûn.

Mehmet Şimşek di dewama axaftina xwe de got ku di seredana Îmaratan ya bi Erdoğan re,13 peyman û bi miqdarê 51 mîlyar dolarên hevkariyê xistine ser rê.